Hejmara qurbaniyên êrîşa li Kabûlê bû 43 kes

Li paytexta Efganîstan Kabûlê, di encama êrîşa çekdarî de ku heft saetan dewam kir, 43 kes mirin.

Li Kabûlê yek ji êrîşên herî giran ên vê salê hate kirin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê, êrîş li avahiyên hikumetê hate kirin û di encamê de 43 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.

Piştî ku hêzên ewlekariyê dest li êrîşkaran werdan, şer derket û 7 saetan dewam kir.

Êrîş di demeke welê de hate kirin ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka bi Talîbanan re danûstandinê dike û biryar hate dayin ku leşkerên Emerîkî ji Efganîstanê werin vekişandin. Fermandarekî Talîbanê jî biryara vekişînê bi kêfxweşî pêşwazî kiribû.

Roja Duşemê piştî nîvro, kesên çekdar wesayiteke bombebarkirî teqandin û piştre ketin hundirê avahiyên hikumetê. Karmendên ketin nava panîkê reviya û tê gotin ku hinekan ji wan xwe ji paceyan avêtine. Bi sedan kes li avahiyan asê man.