Hejmara qûrbaniyên erdheja Japonya gihişte 44’an

Hejmara welatiyên ku di encama erheja li bakurê Jeponyayê pêk hat de gihişte 44’an.

Li gorî daxuyaniyên ji aliyê hikûmetê ve hatin kirin, di erdheja ku bi pileya 6.6 a li girava Hokkaîdoyê hefteya borî pêk hat de, hejmara miriyan gihişte 44’an. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ti winda nemane.

Hê jî nêzî 40 polîs, leşker û agirkuj li qadê ne, agahiya ku alîkariyê bi mexdûrên erdhejê re dikin.

Hate ragihandin ku piraniya welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane li gundê Atûma ku di bin axê de maye ne.

Berdevkê hikûmetê Yoşîhîd Sûga diyar kir ku ji bo jiyan hê bi aram û bi ewle bibe hemû tedbîrên pêwîst bigirin.

Ji meha Tîrmehê ve gelek karesatên xwezayî pêk hatine. Ji ber lêhî û hezînê 220 kes mirine.