Hejmara penaberên li peravên Sûriyeyê mirin gihîşt 53 kesî

Hate ragihandin, hejmara penaberên ku li peravên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 53 kesî.

Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Alî Hemîeh diyar kir ku li gorî bîlançoya nû, ji ber noqbûna keştiya penaber tê de bûn, herî kêm 53 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Di keştiyê de zêdeyî 100 kes hebûn ku piraniya wan ji Lubnan û Sûriyeyê bûn.

Keştî roja Pêncşemê li peravên bajarê Tartûsê yê Sûriyeyê noq bûbû.

Wezîr Alî Hemîeh diyar kir ku hîn bi dehan kes winda ne û dibe ku bîlanço girantir bibe.

Di bîlançoya beriya niha de hatibû ragihandin, ku 34 penaber mirine.