Hejmara mirovên ji ber şewata li Calîfornîayê mirin bû 25 kes

Hejmara mirovên ji ber şewata li Calîfornîayê mirin, zêde bû. Li gorî agahiyên dawî, 25 kes mirine.

Li nêzî bajarokê Paradîseyê 14 cesedên din hatin dîtin. Bi vî rengî hejmara mirovên ji ber şewata daristanê ya li eyaleta Calîfornîa ya DYA'yê bû 25 kes.

Tê texmînkirin ku nêzî 250 hezar kesî ji neçarî malên xwe terikandine.

Pisporên meteorolojiyê hişyarî dan ku rewşa metirsîdar wê hefteya bê jî dewam bikin.

Li Malîbû û Calabasê gelek navdar neçar man malên xwe biterikînin. Kîm Kardashîa, Caîtlyn Jenner, Lady Gaga û Gûîllermo Del Toro çend ji wan e.

NERAZÎBÛNA TRÛMP

Serokê DYA'yê Donald Trûmp jî îdîa kir ku ji ber rêvebirina nebaş, li daristanan şewat derketiye.

Trûmp rayedarên Calîfornîayê ji şewatên beriya niha berpirsyar dîtibû û gef xwaribû ku wê budçeya federal bloke bike.

Berdevka Waliyê Eyaletê Jerry Brown Evan Westrûb jî ji bo daxuyaniyên Trûmp gotibû "bi cahiltî û nezanî" û nerazîbûn nîşan dabû.