Hejmara miriyan li Ewropayê ji 16 hezarî derbas kir-NÛ BÛ

Li Îtaliyayê di nava 24 saetên dawî de 662 kes, li Îspaniyayê jî 655 kes mirine. Li seranserê Ewropayê hejmara miriyan ji 16 hezarî derbas kir.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Parastina Sivîlan a Îtaliyayê hatî dayîn, di nava 24 saetên dawî de 662 kes mirine. Di gelemperiya welêt hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 165 kes.

Tevî pêkanînekî hişk a kerentîneyê di nava 24 saetên dawî de nêzî 5 hezar kesön nû hatiye tespîtkirin ku bı vîrûsê ketine. Bi giştî hejmar 62 hezar kes derbas kir ku bi vîrûsê ketine.

Îtaliya ku di asta cîhanê de welatê herî zêde ji vîrûsa Koronayê bandor bûye ye, welatê din yê Ewropayê ango Îspaniya jî li pey vê tê.

Şewba Covîd-19 li Îspaniyayê jî  bû sedema mirina 4 hezar û 89 kesî. Di nava 24 saetên dawî de 655 kes mirine. Hejmara kesên ku hatine piştrastkirin bi vîrûsê ketine gihişte 56 hezar û 188 kesî. Mudûrê Navenda Rewşên Awarte yê Tendurûstiyê Fernando Sîmon got: “Ji sedî 87’ê kesên ku jiyana xwe ji dest dane temenê wan jora 70 salan bûye.” Niviya miriyan li Madrîdê çêbûye.

LI FRANSAYÊ ZAROKEK KEÇ A 16 SALÎ JÎ MIRIYE

Roja Pêncşemiyê ji saet 18:00’an ve heta niha hejmara kesên ku li Ewropayê jiyana xwe ji dest dane 15 hezar û 865 kes e. Îtaliya û Îspaniya du welatên ku herî zêde di wan de mirin çêbûne ne, li pey wan Fransa tê.Midûrê Tenduristiyê yê Fransa Jerome Salomon diyar kir ku hejmara kesên kesên ji ber vîrûsê mirine gihişte 1696'an. Her wiha 29 hezar û 155 kes jî bi vîrûsê ketine. Hate ragihandin ku di nava kesên mirine de jî zarokek 16 salî ya keç  jî heye. Yek ji parzemînên ku herî zêde pandemî lê bi lez û bez belav dibe Ewropa 270 hezar kes bi vîrûsê ketine.

LI DYE’YÊ HEJMARA MIRIYAN JI HEZARÎ DERBASKIR

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku fikar heye bibe navenda nû ya pandemiya vîrûsa Koronayê hejmara kesên jiyana xwe ji destdane  êvara Çarşemiyê ji hezar kesan derbas kir. Li eyaleta New Yorkê di nava 24 saetên dawî de 100 kesên din jiyana xwe ji dest dane. Ji destpêka belavbûna şewbê heta niha li wê eyaletê 385 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gelemperiya welêt jî hejmara kesên bi vîrûsê ketine nêzî 70 hezar kesî dibe. Bi wê leza heyî hejmara kesên bi vîrûsê dikevin û dimirin wê Çînê jî derbas bike.