Hejmara miriyan li Endonezya gihişt 2 hezarî, bi kêmanî 10 hezar birîndar in

Hejmara kesên ji ber erdhej û tsûnamiya li girava Sîlawesî ya Endonezyayê dayî gihişte 2 hezar kesî.

28’ê Îlonê li girava Sîlawesî bi pileya 7,5 erd hejiya û tsûnamî rabibû. Piştî vê karesatê her roj cenazeyên nû ji bin xirbeyan tên derxistin.

Li gorî bîlançoya nû hatî parvekirin hejmara miriyan ji 2 hezarî dibore, 10 hezar jî birîndar in.

Ziyana herî mezin li bajarê Palû yê xwedî nifûseke 350 hezar ku dikeve peravên rojavayê girava Sîlawesî yê. Du taxên bajar bi temamî hatiye rûxandin. Xebatên lêgerînê wê roja Pêncşemê bi dawî bibin. Wê kesên winda jî li ser miriyan hisab bikin. Tê texmînkirin ku nêzî 5 hezar welatiyên Palû winda ne.

Ji ber vê nêzî 70 hezar kes neçar man ku cihên xwe biguherin. Gelek kes li Palû û girên derdorî wê di nava mercên xirab de dijîn.

Ji bo beşeke mezin ê welat bi kamyonan ava vexwarinê tê veguhestin. Firarên mezin di warê tenduristiyê de hene.