Hejmara kesên bi vîrûsa Covîd-19 ketin gihişte 4 milyon kesî

Li tevahî cîhanê nêzî 4 milyon kes bi şewba Covîd-19 ketine, zêdetirî 271 hezar kes jî mirine.

Her ku diçe li gelemperiya cîhanê hejmara kesên bi şewbê dikeve zêdetir dibe. 3 milyon û 942 hezar û 268 kes bi şewbê ketine û 271 hezar û 637 hezar kes jî mirine.

Welatê herî zêde ji şewbê bandor bûye DYE ye. Li pey DYE’yê Qiraltiya Yekbûyî, Îtalya, Spanya û Fransa tê.

Li qitaya Ewropayê 1 milyon û 670 hezar kes bi şewbê ketine û 152 hezar jî mirine.

TIRKIYE

Li gorî daneyên duh ên rayedarên Tirk ragihandin 133 hezar û 721 kes bi şewbê ketine. 3 hezar û 641 kes jî mirine.

GIRTÎGEH

Hate ragihandin ku li ser 44 girtî û hikûmxwariyên li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 7 a Sîlîvriyê şewba koronayê hatiye tesbîtkirin. Her wiha ji yên testa wan pozîtîv derketin jî 2 li nexweşxaneyê ne, yên din li girtîgehê di karantînayê de ne.

Li Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîd a Konyayê 6 girtî ji ber zext û êşkenceyê berî du rojan ragihandibû ku dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiriye. Girtiyan got: “Eger ku daxwazên me bi cih neyên em ê dest bi rojiya mirinê bikin.”

KAMPANYAYA XWIŞK Û BIRA YA HDP’Ê

Kampanyaya alîkariyê ya HDP’ê ya di dema şewbê de ku destê hewcedaran bigirin dewam dike. Tevî astengiyên desthilatê jî Kampanyaya Xuşk û Bira li Erdexan, Qers, Îdir, Agirî, Erzirom, Mûş, Colemêrg, Wan û Bedlîs dewam dike. Li van bajaran alîkarî bi 7 hezar malbatan re hate kirin.

BÎLANÇOYA ŞEWBÊ YA LI HINEK WELATÊN CÎHANÊ

Li DYE’yê 1 milyon û 292 hezarû 879 kes bi şewbê ketine, 76 hezar û 942 kes mirine.

Li Îtalyayê 215 hezar û 858 hezar kes bi şewbê ketine, 29 hezar û 958 kes jî mirine.

Li Spanyayê 260 hezar û 117 kes bi şewbê ketine 26 hezar û 299 kes mirine.

Li Fransa 174 hezar û 791 kes bi şewbê ketine, 25 hezar û 987 kes mirine.

Li Îngîltere 206 hezar û 715 kes bi şewbê ketine, 30 hezar û 615 kes mirine.

Li Elmanya 169 hezar û 430 hezar kes bi şewbê ketine, 7 hezar û 392 kes mirine.

Li Hollanda 42 hezar û 93 kes bi şewbê ketine, 5 hezar û 359 kes mirien.

Li Belçîkayê 52 hezar û 11 kes bi şewbê ketine 8 hezar û 521 kes mirine.

Li Swîsre 30 hezar û 207 kes bi şewbê ketine, 1 hezar û 810 kes mirine.

Li Îranê 104 hezar û 691 kes bi şewbê ketine, 6 hezar û 541 kes mirine.

Li Rûsya 187 hezar û 859 kes bi şewbê ketine, 1 hezar û 723 kes mirine.