HBDH: Divê jiyana serokê Perûyî Gonzalo were parastin
HBDH’ê piştgirî da kampanyaya parastina jiyana serokê şoreşger Dr. Abîmeal Gûzman Reynaso (Gonzalo) yê ku li Perûyê di girtîgeheke binê erdê de ye.
HBDH’ê piştgirî da kampanyaya parastina jiyana serokê şoreşger Dr. Abîmeal Gûzman Reynaso (Gonzalo) yê ku li Perûyê di girtîgeheke binê erdê de ye.
HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Dr. Abîmeal Gûzman Reynoso (Gonzalo) jiyana xwe daye şoreşa Perûyê lê a niha li Perûyê di girtîgeheke binê erdê de ye. Dewleta Perûyê li hemberî tendirustiya wî bêdeng e û li benda mirina wî ye.
Em jî wekî hêzên şoreşger û komunîst em ê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin û piştgiriyê didin kampanyaya 'Em jiyana serok Gonzalo biparêzin'."