Hate gotin li Behra Spî ji 100 kesî zêdetir penaber mirine

Fikara wê tê kirin ji 100 kesî zêdetir penaberên ku ji Libyayê di ser Behra Spî re xwestine ku biçin Italyayê mirine.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) li gel bi sedan penaberên ku 1’ê Îlonê beriya ku bigihijin Italyayê, hate bihîstin ku gelek kes mirine.

Di daxuyaniya 2’yê Îlonê de ku xwe spartiya gotinên penaberên ku hêzên ewlehiyê yên Italyayî ew paş ve vegerandibûn, bi sedan koçber di du botanên cuda de bûn. Li gorî vê boteke ku motorê wê xirabe bû û boteke dî ku piç bû, noq bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin bi botekê 20 jê zarok 185 kes hebûn û di ya dî de jî, tenê bi çend kesan re êleka xwexilaskirinê hebû.

Saziyên mafê mirovan û alîkariyê bi zimanekî tund rexne dikin ji ber sedema ku van mehên dawî piraniya penaberên ku ji Libyayê bi rê ketine paş ve wan vedigerînin. Vê salê her çendî rêjeya penaberên ku têne Italyayê 80 ji 100’î kêm bûbe jî, li gorî rêjeya par penaber herî pir li Behra Spî dixeniqin.