Haşdî Şabî xwe ji balyozxaneya DYE’yê vekişand

Haşdî Şabî ya ku li Bexdayê ji roja Sêşemê vir de li pêşiya balyozxaneya DYE’ê çalakî li dar dixist, xwe vekişandin.

Haşdî Şabî ya ku li Bexdayê ji roja Sêşemê vir de li pêşiya balyozxaneya DYE’ê çalakî li dar dixist, xwe vekişandin. Milîsên Haşdî Şabî ber bi derketina herêma ewle ve bi pêş ve çûn.

Haşdî Şabî ya ku pişta Îranê digire, diyar kir ku peyama wan gihiştiye cihê xwe.

Berdevkê Haşdî Şabî, Ahmet Mucahîddîn ji AFP’ê re axivî û got ku “Me serkeftineke mezin bi dest xist. Em gihiştin heta balyozxaneya DYE’yê. Êdî dor dora parlementoyê ye.

Haşdî Şabî diyar kiribû ku wê çalakiya rûniştinê ya demdirêj li dar bixe. Ji ber vê jî di destê sibehê de gelek nivîn anîbûn qadê.

Balafirên şer ên Emerîkî di 29'ê Kanûnê de bombe li pênc kampên Tûgayên Hîzbûllahê yên li nava koalîsyona Haşdî Şabî barandibûn ku nêzî Îranê ne. Di encama bombardûmanê de herî kêm 25 kes miribûn. Li gorî Haşdî Şabî fermandarên wan jî di vê êrîşê de mirine.