Haşdî Şabî gef li DYE'yê xwar: Niha dor hatiye bersivdana ji Iraqê

Yek ji berpirsyarên Haşdî Şabî gef li DYE'yê xwar û destnîşan kir ku herî kêm bi qasî bersiva Îranê wê bi tundî bersivê bidin.

Yek ji berpirsyarên Haşdî El Şabî Kaîs El Hazalî li ser Twîtterê daxuyaniyek weşand û li dijî kuştina Qasim Silêmanî bi bîr xist ku bersiva destpêkê ji Îranê hat û got, "Li hemberî qetilkirina fermandarê şehîd Muhendîs dem hatiye ku ji Iraqê bersiv bê dayin."

DYE'yê beriya niha bi çend rojan Kaîs El Hazalî xistibû lîsteya "terorîstan". Di şeva 2-3'ê Çileyê de Washîngtonê li balafirgeha paytexta Iraqê Bexdayê di êrişekê de generalê Îranê Qasim Silêmanî û Şefê Tûgayên Hîzbûllah ên Haşdî Şabî Ebû Mehdî El Muhendîs jî di nav de 5 Îranî û 5 Iraqî kuştibû.

Rejîma Îranê Çarşemê zêdeyî 20 fuze avêt du baregehên Emerîkî yên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê. Li gorî çavkaniyên Îranî 80 kes mirin. DYE'yê bîlanço hîn piştrast nekiriye.