Hamas: 45 hevkarên Îsraîlê hatin girtin

Hamas ku Şerîda Xezayê kontrol dike, ragihand ku bi dehan kes bi îdîaya "hevkarî bi Îsraîlê re kirine" hatine girtin.

Li gorî îdîayên Hamasê, yekîneyên taybet ên Îsraîlê bi alîkariya 'nokerên' xwe yên Fîlîstînî roja 11'ê Mijdara 2018'an ketine nava Şerîda Xezayê. Di vê hewldanê de leşkerekî Îsraîlê û 7 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dabûn û hewldan bi ser neketibû. Rêveberiya Hamasê jî wêneyên 8 endamên hêzên taybet ên Îsraîlê yên tevlî operasyonê bûn, weşandibû.

45 'HEVKAR' HATIN GIRTIN

Hamasê diyar kir, bi îdîaya ku di 'bûyera' 11'ê Mijdarê de bi îdîaya ku 'Ji Îsraîlê re xebitîne' 45 kes hatine girtin.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Şerîda Xezayê yê Hamasê Iyad El Bozûm daxuyanî da û diyar kir, lêpirsîna wan kesan didome.