Hamaney, pêşniyara DYE’ê ya muzakereyê red kir

Serekê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Hamaney, di hevdîtina xwe ya serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe de, pêşniyara DYE’yê ya muzakereyê red kir.

Serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe, bi aramanca nermkirina rageşiya di navbera DYE û Îranê de çû serdana Tehranê û peyama serokê DYE’yê Donald Trûmp ji rayedarên Îranê re ragihand.

Serekê Olî yê Îranê Elî Hameney ê Abe pêşwazî kirî, diyar kir ku Trûmp, ‘ne kesayetiyeke hêjayî hevdîtinê ye’ û got, “Ne niha, ne jî paşerojê bersiveke ez bidim wî nîne.”

Li gorî nûçeya Ajansa Fars Hamaney, ji bo daxuyaniyên Trump ên weke ku li Îranê guhertineke rejîmê naxwaze got, ‘derew’ e û da zanîn ku jê bawer nakin ‘xwedî nêzikatiyeke jidil a muzakereyê ye’.

Shinzo Abe, Şoreşa Îranê ya sala 1979’an heta niha, yekemîn serokwezîrê Japonyayê yê çûyî serdana Îranê. Japonya ku yek ji tifaqa sereke ya DYE’yê ye, bi Îranê re xwedî têkilî û danûstandinên kevn e.

ABE: KES ŞER NAXWAZE

Abe, ê ku roja Çarşemê bi serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî re hevdîtin pêk anî got, “Ti kes şer naxwaze. Japonya ji bo kêmkirina rageşiyê dixwaze bibe navbeynkar. Li Rojhilata Navîn, ne tenê li vê herêmê, ji bo aramiya tevahiya cîhanê nebena ye.”

RUHANÎ: SEDEMA RAGEŞIYÊ ŞERÊ DYE’YÊ YÊ ABORIYÊ YE

Hesen Ruhanî diyar kir ku sedema rageşiya heyî, ‘şerê DYE yê li dijî Îranê ye’ û got, “Heke ev bisekine, wê li herêm û cîhanê pêşketinên gelek erênî pêk bên.”

Serokkomarê Îranê hişyar kir û got, “Yê li pêşberî me DYE be jî, em ê ti carî şerekî nedin destpêkirin; lê belê heke êrîşî me bikin em ê bersiveke tirsnak bidin.”