Hamaney muzakereya li ser enerjiya nukleer a bi DYE’yê red kir

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî derbarê muzakereyên li ser enerjiya nukleer a bi DYE’yê re peyamên erênî dabû. Ji derdora Serokî Dînî yê Îranê Seyîd Alî Hamaney peyama redkirinê hat.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî hefteya borî piştî 18 salan çû serdana Japonyayê. Rûhanî piştî serdanê derbarê aloziya piştî ku DYE xwe ji peymana enerjiya nukleer vekişandibû, ji bo muzakereyên bi DYE’yê re peyamên erênî da.

Rûhanî got ku “Peymana nukleer ji bo Îranê gelekî girîng e. Ji ber vê jî em şermezar dikin ku DYE xwe ji peymanê vekişîne. Em hêvîdar in Japonya û welatên din ji bo domandina peymanê hewl bidin. Em ji muzakereyan narevin û alîgirên peymanan in.”

SERŞÊWIRMENDÊ HAMANEY BERTEK NÎŞAN DA

Serşêwirmendê Hamaney, Alî Ekber Velayetî derbarê têkiliyên di navbera Îran û DYE’yê got ku “Ev gotegot ne rast in.”

Velayetî ji kanaleke Rûsyayê re axivî û diyar kir heta ku DYE zextan raneke ew ê tu muzakereyan nekin û got “Ji bo vê muzakereyê me hê tu biryar nestendiye. Biryara teqez a Îranê ev e ku, rayedarên Îran û DYE’yê bi tu awayî li hev rûnenên.”

Piştî ku DYE xwe ji peymana enerjiya nukleer vekişandibû, Îranê reaktorên enerjiya nukleer dabû destpêkirin. Gerînendeyê Giştî yê Enerjiya Atomê ya Îranê Alî Ekber Salîhî di merasîma destpêkirina dewreya duyemîn a reaktora ava giran de axivî û got ku heta zext ranebin wê Îran tu gavan neavêje.