Gûterres: Sîstema kontrolkirina çekên navneteweyî hildiweşe!

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres, diyar kir ku di mijara kontrolkirina çekan de, têgînên bingehîn ên sîstema navneteweyî li ber hilweşînê ye, banga parastina Peymana Hêzên Nukler ên Mezîla Navîn (INF) kir.

Gûterres ê li Cenevreyê di konferansa bêçekkirinê ya NY’yê de axivî got: “Ez ê vekirî bêjim; têgînên bingehîn ên endazyariya neteweyî ya kontrolkirina çekan hildiweşe.”

Gûterres anî ziman ku di bikaranîna çekên kîmyewî de di nava bêçareseriyekê de ye û gihiştiye astekî nû zêdebûnê de û got: “Bikaranîna çekên sivik û çekên ji bo qadên şer ên hatine amadekirin a li nava bajaran bûye sedema kuştina bi hezarana mirovan û ev yek dewam dike.”

Gûterres bi domdarî got: “Biçekkirina nû û teknolojiyê bi qasî ku em xeyal nekin gihiştiye xeteriyên pir mezin.”

Gûterres diyar kir ku ji bo kontrolkirina çekan a demên bi nakok pêwîstî bi vîzyonekî nû heye. Gûterres bi pêşxistina çekên nû ya DYE’yê ya ji bo ‘ewlekariyê’ pêk bîne ne ku bi rêyên dîplomasiyê kirina vê rexne kir.

Sekreterê Giştî yê NY’Yê got: “Di mijara çekên nûkleer de rewş hê bi xetertir e.”

Ev bang piştî ji bo demekê paşxistina Peymana Hêzên Nûkleer a Menzîla Navîn (INF) a di sala 1987’an navbera DYE û Rûsyayê de hatibû îmzekirin û şûnde pêk hatiye, hate kirin. DYE, Rûsya bi hilberîna moşekên qedexe sûcdar kir û diyar kir ku bi vê yekê peyman hatiye bipêkirin û ji peymanê vekişiya. Moskova jî ev sûcdarî weke ‘xeyalî’ pênase kir û ragihand ku peyman ji bo demekê paşxistiye.

Gûterres got: “Nebûna peymana INF’yê, wê cîhan vegere bê ewlekarî û bê aramiyê. Ev bê ewlehî û bê aramî ya li vir, wê li Ewropayê bandor bike.”