Gûterre: Şerê li Sûriyeyê veguherî 'kanserek' li gelemperiya cîhanê

Antonîo Gûterres ku wê di 1'ê Çileyê de bi rengekî fermî bibe Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir, şerê li Sûriyeyê êdî veguheriye 'kanserek li gelemperiya cîhanê'.

Serketerê Giştî yê nû yê NY Antonîo Gûterres ji qenala SIC a li Portekîzê weşanê dike axivî û anî ziman, ji bo qedandina şerê li Sûriyeyê ew hêvîdar e 'cihêtiya' navbera DYA û Rûsyayê ji holê rabe.

Gûterres da xuyakirin, şerê li Sûriyeyê êdî veguheriye 'kanserek li gelemperiya cîhanê' û anî ziman, şerê ne tenê êşên gelê Sûriyeyê zêde kir, di serî de êrîşên terorîstî 'nerazîbûnên tund' jî bi xwe re anî.

Gûterres da zanîn, hêzên herêmî yên li Sûriyeyê 'bêyî alîkariya derve nikarin heta bi hetayê şer bikin' û bang li hêzên mezin ên cîhanê kir, ku 'dawî li şer' bînin. Gûterres ragihand, ji bo 'avakirina pirên nû' û afirandina 'mekanîzmayên diyalogê' ew amade ne alîkariyê bikin.