Gundiyên Elman li dijî kanên komirê li ber xwe didin

Gundiyên Elman ku ji bo kanên komirê dixwazin malên wan bên desteserkirin, di demekê de ku soz tê dayin komir bê terikandin, bi dirûşma 'Beriya mafê kanê, mafê mirovan' li ber xwe didin.

Li gelek gundên Nordrhein-Westfalenê ku mezintirîn eyaleta Elmanyayê ye, ji ber kanên komira lînyît a şîrketa RWE'yê, tê xwestin ku gelek gund bên valakirin. Ji ber karên derxistina komirê ji Kana Garzweiler ya nêzî bajarê Dusseldorfê, gelek gundiyên Keyenberg, Kuckum, Berverath, Oberwestrich û Unterwestrichê ji bo malên xwe neterikînin wê dest bi têkoşîna hiqûqê bikin.

Gundî li dij derdikevin ku zevî û malên wan ji aliyê şîrketa RWE'yê ve bên desteserkirin. Endamên Însiyatîfa 'Beriya mafê kanê, mafê mirovan' ku ji 13 kesên ji pênc gundan pêk tên, li Dusseldorfê konferanseke çapemeniyê pêk anîn û diyar kirin ku wê malên xwe neterikînin.

Bi navê nedamên însiyatîfê parêzer Dirk Tessmer axivî û got, "Neçarhiştina terikandina mal û xaka xwe êrîşeke giran e li dijî mafên bingehîn ên mirovan."

Endamên însiyatîfa ji 13 kesan diyar kirin ku eger şîrketa RWE û hikumeta eyaleta NRW paş ve gavê neavêjin wê serî li rêyên hiqûqî bidin û bi vê armancê jî gaveke taktîkî avêtin. Van kesan li şûna ku malên xwe bifiroşin şîrketa RWE'yê, li gundê Keyenbergê li qadeke nêzî ocaxên kanê zevî kirîn.

Ji gundiyên Kuckumê Marita Dresen li konferansa çapemeniyê axivî û got, "Heta ku mijar bi rêya dadgeriyê neyê çareserkirin em ê malên xwe neterikînin" û nîşan da ku wê li ber xwe bidin.

Di vê demê de ku şîrketa RWE ku ji bo mezinkirina karê xwe yê komira lînyît dixwaze gelek gundan ji holê rabike, li Elmanyayê terikandina komirê tê axaftin. Tê xwestin ku gundê Keyenbergê sala 2023'an gundê Kuckum jî heta sala 2027'an bên terikandin. Halbûkî hikumeta Elman soz daye ku hilberîna elektrîkê ya ji komirê ku 42 gîgavat e, herî dereng heta sala 2030'î kêm bike û daxîne 17 gîgavatê. Li Elmanyayê para santralên komirê di hilberîna elektrîkê de du ji pênc paran e.