Greva birçîbûnê ya li Rûsyayê dewam dike

Greva birçîbûnê ya li Rûsyayê ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê dewam dike.

Greva birçîbûnê ya li Rûsyayê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê dewam dike. Çalakî bi Meclîsa Gel a Platînovkeyê dewam dike. Beşdarên çalakiyê daxuyaniyek dan û gotin, "Biserxistina greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, wezîfeya her Kurdên bi rûmet e."

Serokê Komeleya Kurd a Platînovkeyê Tahir Osmanov li ser navê çalakgeran axivî û got, "Stratejiya bingehîn a dewleta Tirk dijminatiya li Kurdan e. Di hevkariya AKP-MHP'ê de mafê jiyanê ji Kurdan re nayê naskirin. Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî encama vê ye. Lewma divê gelê me îradeya xwe nîşan bide, têkoşînê geş bike û dakeve qadên azadiyê. Helwesta gelê me wê di serxistina grevên birçîbûnê de ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirine, diyarker be. Bi berxwedana gel re têkoşîn wê bi ser bikeve."

Kesên ku serdana çalakgeran kirin jî polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî Kurdan şermezar kirin.