Girtiyên koçber ji alîkariya hiqûqî bêpar in

Hate gotin li Ingilistanê bi sedan girtiyên li girtîgehan an jî li navendên dersînorkirinê ji ber vîrûsa koronayê ji mêj ve çi alîkariya hiqûqî bêpar in.

Li Ingilistanê koçberên ku cezayê wan ji 12 mehan zêdetir in û kesên ku serlêdana wan xwelêgirtinê hatine redkirin li navendên ku lê têne girtin ji ber vîrûsa koronayê nikarin parêzerên xwe bibînin.

40 saziyên civakî yên Ingilîz ku xwestin balê bikişînin ser mijarê name ji Wezareta Karê Navxwe û Dadê re şandin. Saziyan ji Wezîran xwestin mirovên li navendên koçberan werin berdan û gotin ji ber presedûra tevlîhev a dersînorkirinê ne rast e ku koçberên bêyî alîkariya hiqûqî werin hiştin.

Li Ingilistanê 434 koçber hene ku li hêviya dersînorkirinê ne.

Li aliyê dî tevdîrên derasayî yên li girtîgehan jî ji hêla gelek saziyan ve pir pirolekirî têne dîtin.

Li Ingilistanê girtî rojê tenê saetekê dikarin ji hicreyên xwe derkevin, mafê hevdîtinê bi temamî hatiye sekinandin.