Germara li deryayê wê ji aliyê balafirekê ve bê lêkolînkirin

Ji bo tespîtkirina rêjeya plastîkan li Okyanûsan, balafirek bi enerjiya rojê dixebite ji bajarê Lorîent ê Fransayê bi hewa ket.

Piştî ku par di meha Sibatê de balînayek li peravê Norwêcê ket û di mîdeya vî balînayê mir de çopa ji plastîk hate dîtin, biryara xebateke bi vî rengî hat day în.

Çopa plastîk a li derya û Okyanûsan, weke kujerekî mezin tê dîtin. Kîsoyên van kîsikên plastîk dadiqurtînin difetisin. Ev gemariya plastîkan he wiha bandorê li çûk û masiyan dike.

Hat ragihandin, di mîdeya ji sedî 94 ê çûkên li Derya Bakur de çopa plastîk heye.

Rêxistina Parastina Hawirdorê ya Cîhanê ragihand, 10 mîlyon ton ji kîsikên plastîk, şûşe, teker, boçika çixareyê, kincên sentetîk, şûşeya macûna diranan, her sal li okyanûsan tên belavlirin.

Ev rewş weke gefeke mezin li hemberî eko-sîstemê tê dîtin.

Balafira bi navê L'Odyssêe Race for Water, duh ji bajarê Lorîent ê Fransayê bi hewa ket. Balafir wê 5 salan lêkolînê bike. Ev balafir ji sedî sed bi enerjiya dikare bê nûkirin, dixebite.