Germahiya global: Li Alpê bi dehan golên nû çêbûn

Pisporê xwezayê Jean-Pîerre Martînot diyar kir ku ji ber germa global li Alpê cemed dihele û li wîlayeteke Fransayê bi dehan gol çêbûne.

Ji sedsala 19’an û vir ve herî kêm bi qasî dereceyekê dinya germ bûye, ji ber vê jî cemedên li qadê çiyayî dihele.

Helandina cemedan bi pîvanên zanistî were tespîtkirin jî mirov dikarin bi çavê xwe van tiştan bibînin. Golên li Alpê çêbûne mînaka vî tiştî ne.

Li gorî xebatên zanyarê xwezayê Jean-Pîerre Martînot û pisporê cemedan Hûgo Mansoûx di 40 salên dawîn de, li ser sînorê Fransa yê bi Îtalya û Swîsreyê bi dehan gol çêbûne.

DI 40 SALÊN DAWÎN DE 35 GOL ÇÊBÛN

Martînot ji rojnameya Le Daûphîne Lîbereyê axivî û diyar kir ku di nav sînorê Savoîeyê de wî û Hûgo Mansoûx 35 golên nû keşf kirine. Martînot diyar kir ku ev gol herî kêm nîv hektar in.

Martînot diyar kir ku ji ber helandina cemedê gol çêdibin û ev gol gelekî li jorî asta behrê ne. Martînot bal kişand ser vî tiştî ku ji ber gewimandina ava cemedê û kombûna kevirên di binê cemedê de golên wekî bendavan çêdibe.

Martînot diyar kir ku golên wisa bi sedsalan çêdibin lê ji ber germa global di nav çend deh salan de golên wisa çêdibin.