Gerîla û xweza: Jiyan a her zindiyekî ye

Fermandareke YJA Starê Amara Ronahî got: Pir heywan hene ku em wan xwedî dikin, lê em wan weke milkê xwe nabînin, wan heps nakin, ji xwestiya wan dûr naxin. Wek em çawa dijîn ew jî bi xwerista xwe dijîn û pir feyda wan jî heye.

Li çiyayên Kurdistanê gerîla bi xwerist û lawiran re dijîn. Gerîla Amara dibêje, "Gerîla çi ye û çawa dijî? Dema ku bersiva vê pirsê bi xurtî û rast hate dayin hingî wê têkiliya gerîla bi lawiran jî baş bê fêhmkirin. Ji ber ku gerîla li ser çiya, li qadên daristanî, li zozanan, şert û merc çi dibe bila bibe bi xweristê re yek e. Li derveyî bajaran, li derveyî dûyê febrîqa û erebayan, malên ku bi betonê hatine çêkirin, ji vana dûr in. Ji bo gerîla bila tenê di nav xwerist de be, ev ji bo wan dibe jiyana herî xweşik û bi rûmet. Jiyana ku her kêlî bi kêlî heyecana wê digre.

Di nava vê xweristê de jî zindiyên cûr bi cûr hene. Ev dibe darik be, kulîlk bibe, kevirek bibe û hwd. Gerîla eger di vê xweristê de bijî pêwîst e van zindiyan jî weke xwe bibîne û hîs bike. Dîsa ji bo lawiran jî heywanekî ku di cihê asê de dijî fêr nebûye ku di nav mirovan de bijî, lê dikare rehet di destê gerîla de xwarinê bixwe. Mînak pezkoviyek di destê gerîla de xwarin dixwe, sîvûrek dikare rihet li ser milê gerîla bijî, yan jî teyrebazek.

Pir heywan hene ku em wan xwedî dikin, lê em wan weke milkê xwe nabînin, wan heps nakin, ji xwestiya wan dûr naxin. Wek em çawa dijîn ew jî bi xwerista xwe dijîn û pir feyda wan jî heye. Ev jî tê wateya ku gerîla her tiştên derdora xwe zindî û bi wate dibîne. Pir ji dil hîs dike û maf dide.”

'EM NIKARIN HIKIM LI SER ZINDIYAN BIKIN'

Gerîla Ronahî taybetmendiya ku herî zêde qebûl nake û li dijî wê tedikoşe teybetmendiyên hûkimkirinê ye. Divê nêzîkbûna mirovan a li hember heywanan bi çi rengî be, gerîlaya YJA STAR'ê Amara Ronahî ji me re wiha behs dike: "Berî her tiştî îdeolojiya me, paradîgma me ya ekolojîk e, yanî xweristê diparêze ku li dijî wê hişmendiyê ku wê weke ya xwe bibîne. Ev çi li hember mirovek be çi jî li hember zindiyek din be jî derbasdar e. Ji ber ku di paradîgma me de wek ku Rêber Apo jî daye nasîn; zindiyek ji xwerista wê dûr xistin nîne, ez bi xwe jî li beramberî vê nêzîkatiyê me. Lê carna ev xweristî çêdibe, mînak; heywanekî di nav me de dijî nêzî me ye, li derdorî me ye, em wî girênadin ger bixwaze biçe jî wê biçe. Di serî de divê em vê nêzîkatiyê nîşan bidin, ji ber ku ev jî weke fikrê sîstemê kapîtalîzmê ye, ku mirov xwe dixe navendê her tiştî. Ji bo vê jî em wisa nêz nabin û dijî wê ne.”

'HER NÛBÛNEK KÊFXWŞIYEKÊ BI XWE RE TÎNE'

Çawa her nûbûnek kêfxweşiyekî bi xwere tîne, nêzikbûnên gerîla jî li hember her zindiyeke ku xwe nû dike bi wate ye. Gerîlaya YJA STAR'ê Amara Ronahî jî di dawiyê de wiha dibêje: ”Weke çawa her nûbûyûnek kêfxweşiyekê bi xwe re tîne, Ji bo mirovan be jî ev wisa ye, ji bo xwerist û lawiran jî ev hîn biwate ye. Bi her zindî re nûbûn avabûnek e. Niha dema em dibînin ku darik nû şîn dibe em pir kêfxweş dibin, gulek dema nû vedibe rengekî pir xweş dide. Ji bo wê jî avabûn bi hemû însanan re, bi taybet ji bo gerîla di jiyana xwe de avabûnê esas digre, erka wê jî xwenûkirin e. Dîsa dema xwerist di her demsalê de xwe nû dike, ne mûmkune ku mirov jê kelecan negire. Çima em dema her nûbiyûnekê dibînin kelecan digrin? Ji ber ku dervayî tiştên elimandinê ye. Divê hiş û mejiyê însan, dil û hîsê wê ji vî tiştî re vekirî bibe ku her lêgerînê wê meraqê wê cûda hebe. Ser wî esasî jî guhertinê bi nûbûnê re çêdike."