Generalê Îranî gef li DYE'yê xwar: Em ê li baregehên we bixin

Îranê diyar kir, heke DYE bombe an jî moşekê bavêje ew ê li baregehên DYE'yê yên li Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî (MEY), Qetar û Omanê bixin.

Têkilî krîza di navbeyna DYE û Îranê de rayedar ji aliyekî ve daxuyaniyên nerm didin û ji hêleke dî ve jî gefan li hev dixwin.

Fermandarê Hêzên Hewa-Fezayê yê Zêrevanên Şoreşa Îranê Tûxgeneral Emîr Elî Hacîzade got, heke bombe, moşekeke DYE'yê li xaka Îranê bikeve, ew ê li baregehên leşkerî yên DYE'yê yên li MEY'yê, Qetar û Kendava Omanê bixin.

Hacîzade diyar kir, ku wan baregehên leşkerî yên Qetar, MEY'yê diyar kirine û got, ''Îstîxbaratên welatên dost ên li herêmê ji me re ragihandin ku DYE'yê bi wê nîyetê ye ku êrîşê bîne ser Îranê. Lê ev yek wê bi vî rengî ne hêsan be."

Hacîzade got, piştî ku Îranê amûra hewayî ya DYE'yê anî xwarê, îhtîmala şer taloq kiriye û got, DYE ambargoyê mîna çekê dixebitîne.

Hacîzade got, hin lîderên YE'yê û hin rayedar bawer dikin ku ji peymana nukleerê vekişin wê şer dest pê bike.