Gelo Tirkiye dibe dewleta DAIŞ'ê?

Fermîbûna 'dewleta partiyekê' ya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, di medya navneteweyî de deng veda. Rojnameyeke Cezayîrê li ser mijarê ev pirs pirsî; Gelo Tirkiye ya Erdogan dibe dewleteke cîhadperest?

Rojnameya Cezayîrê ya bi navê "Le Matîn" bal kişand ser bêhurmetiya li mafên mirovan a li Tirkiyeyê û têkiliya bi komên mîna DAIŞ'ê re û destnîşan kir, ku îdîayên 'demokratîkbûnê' yên hikumeta vî welatî cihê fikaran e.

Rojname, bûyerên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an qewimîn raxist pêş çavan û işaret bi girtin, û zexta li ser azadiya çapemenî û îfadeyê kir. Rojnameya Cezayîrê destnîşan kir, ku xuya ye Serokkomarê Tirk Erdogan ji nirxên bingehîn ên însanî dûr ketiye.

Di nivîsa bi îmzeya Mîchel Goûrd de hat ragihandin, ku tê dîtin têkiliya veşartî ya navbera hikumeta Tirk û rêxistinên cîhadperest xurt bûye.

Goûrd bal kişand ser niyeta Erdogan a ji bo anîna cezayê darvekirinê û diyar kir, Erdogan bi helwesteke tund bersivê dide kesên wî rexne dikin û gefê li Ewropayê jî dixwe.

Di dewama nivîsê de hate gotin, "Rojnamevan ji ber karê xwe tên girtin. Lê ya tirsnak ew e, ku li Tirkiyeyê destûr ji çapkirina pirtûkên DAIŞ'ê yên mejiyê mirovan pê dişo, tê dayin."

ANF'ê hefteya derbasbûyî eşkere kiribû, ku pirtûkek di dema Pêngava Xezeba Firatê de li herêma Reqayê hate bidesxistin, li Stenbolê hatiye çapkirin.

Rojnameya Le Matîn bal kişand ser vê rewşê û wiha dewam kir: "Pirseke rast e ku mirov bêjin; gelo Tirkiye vediguhere welatekî ku promosyona aktîf a cîhadîstiya li cîhanê lê tê kirin?"