Gelo kî wê bikeve şûna Merkel?

Kongreya CDU sibe li Hambûrgê dest pê dike. Di kongreyê de wê kes/a li şûna Merkel rûnê bê hilbijartin. Schaûble piştgiriyê dide Merz, Merkel jî destekê dide Kramp-Karrenbaûer.

Li nava Partiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ku yek ji partiyên bingehîn ên Elmanyayê ye, ji sibe û pê ve serdemeke nû dest pê dike. Kongreya CDU wê 7-8'ê Kanûnê li bajarê Hambûrgê pêk were. Angela Merkel ku 18 sal in seroka giştî ya CDU'yê ye, beriya niha dabû xuyakirin ku wê nebe namzeta serokatiyê.

Pêşbirka li ser lîdertiyê ya li nava CDU, di navbera sê navan de derbas dibe. Sekretera Giştî ya CDU'yê Annegret Kramp-Karrenbaûer, Serokê berê yê Koma CDU Frîedrîch Merz û Wezîrê Tenduristiyê Jens Spahn. 

Nêzî hezar delege wê tevlî kongreyê bibin û tê payin ku sibe hilblijartin were kirin. Namzeta Merkel Kramp-Karrenbaûer ye. Lê belê karê Merkel zehmet xuya dike. Ji ber ku yek kesayetên girîng ên li nava CDU, Serokê Meclîsa Federal Wolfgang Schaeûble, di hevpeyvîneke xwe ya li çapemeniya Elman de bi awayekî vekirî got, ew dixwaze Merz bibe serokê partiyê.

28'ê Cotmehê di hilbijartinên Eyaleta Hessenê de CDU'yê bi rêjeya 12 ji sedî yê dengan kêm kiribû. CDU û partiya xwişka wê CSU li Bayernê di hilbijaritnê de gelekî kêm kirin û li ser vê encamê Merkel dabû xuyakirin ku ew êdî nabe namzeta ji bo serokatiya giştî.