Gelo hewldanên YE'yê li dijî pêleke gengaz a penaberan e?

Tirkiyeyê di demên dawî de berê koçberan da Yewnanîstanê. Yekîtiya Ewropayê jî hefteyên dawî civînên ji bo parvekirina penaberan zêde kir ku bi vê yekê re tê xwestin, xwe ji pêleke gengaz a koçberan re amade bike.

Li gorî dane û agahiyên dawî hejmara penaberên sala dawî di ser Tirkiyeyê re derbasî Yewnanîstanê bûn zêde bûne.

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ji 1'ê Çileyê heta 22'ê Îlonê hejmara penaberên ku bi rengekî qaçax ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê bûn 41 hezar û 940 kes in. Ji wan 32 hezar û 685 kes ji deryayê yên mayî jî bi rêya bejahî derbasî Yewnanîstanê bûn.

DI NAVA DU MEHÊN DAWÎ DE GELEKÎ ZÊDE BÛYE

Di daneyên UNHCR de hate destnîşankirin ku hejmara penaberan ku di sala 2017'an de bi 36 hezar û 310 kesan gihîşt asta hejmara penaberên salên 2010'an, bi taybetî ji havîna 2018'an ve zêde bûye. Di sala derbasbûyî de 32 hezar û 500 penaber di deryayê re, her wiha 18 hezar penaber jî bi rêya bejahî ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê bûbûn.

Ji havîna 2018'an ve mehane nêzî 3 heta 4 hezar penaber derbasî Yewnanîstanê bûn. Di havîna 2019'an de ev hejmar bi du qatî zêde bû. Penaberên ku tenê di deryayê re derbas bûn di Tîrmeha 2019'an de derdora 5 hezar û 842 kes, di Tebaxa 2019'an de jî 8 hezar û 334 kes bû.

Hejmara penaberên ku di nava 22 rojên vê mehê de derbas bûn balkêş e. Heta 22'ê Îlonê 8 hezar û 360 penaber derbasî giravên Yewnanîstanê bûn.

GELO HEWLDANÊN DAWÎ YÊN YE'YÊ JI BER VÊ NE?

Erdogan li aliyekî di ser penaberan re gefê li welatên Ewropayê dixwe û hewl dide piştgiriyê ji êrîşa xwe ya li dijî Bakurê Sûriyeyê re peyda bike, li aliyê din jî tê dîtin ku liv û tevgera penaberan zêde bûye.

Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) doh li Maltayê civînek pêk anîn û der barê parvekirina penaberên gihîştine Îtalya û Maltayê li hev nekirin. Lê belê tê fêhmkirin ku rojeva herî girîng a hefte û mehên bê yên Yekîtiya Ewropayê wê penaberên di ser Yewnanîstanê re tên be.

Yek ji kesên ku bi rengekî tund li dijî peymana penaberan a navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê derdiket endamê Partiya Yekîtiya Sosyal a Xiristiyan a Elman (CSU) Manfred Weber bû. Lê belê wî jî beriya çend rojan diyar kir ku ew alîgirê peymanê ye.