Gelo DYA alîkariya aborî li ser Pakîstanê birî?

Serokê DYA Donald Trûmp diyar kir ku Pakîstanê DYA xistiye şûna nezanan û Pakîstan sûcdar kir ku alîkariyê dide terorîstan.

Trûmp li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand û got, "DYA mîna nezanan di 15 salên dawî de 33 milyar dolar alîkarî da Pakîstanê."

Trûmp wiha dewam kir: "Ji bilî derew û xapandinê wan tiştek nedan me. Lîderên me xistin şûna nezanan. Ji bo terorîstên ku li Afganîstanê me dane pey wan, cihên ewle diafirînin. Êdî xelas."

Beriya vê daxuyaniya Serokê DYA, rojnameya New York Tîmes'ê nivîsand ku Washîngton wê alîkariya ji 255 milyon dolarî ya ji bo Pakîstanê rawestîne.

Rojnameyê ragihand ku hikumeta Pakîstanê destûr nedaye DYA ku bi girtiyekî pêwendiya xwe bi Talîbanê re heye hevdîtinê bike ku ev girtî dikare der barê dîlgirtiyekî Amerîkî yê li herêmê agahiyan bide.

New York Tîmesê diyar kir ku biryara DYA ya ji bo birîna alîkariyê dibe ku pêwendiya xwe bi vê bûyerê re hebe.

Wezîrê Karên Derve yê Pakîstanê Hoca Mûhammed Asif bersiv da sûcdariyên Trûmp û anî ziman ku îdîayên dibêje ew alîkariyê didin terorîstan, rast nînin.

Asif diyar kir, pereyê ku DYA 15 salên dawî daye Pakîstanê bi xêra xwe nîne, ev pere di berdêla xizmetên welatê wî de hatine dayin.

Wezîrê Karên Derve yê Pakîstanê got, nerazîbûna Trûmp ji ber neserketina rêveberiya Washîngtonê ya li Pakîstanê ye.

DYA û Afganîstan rêveberiya Pakîstanê sûcdar dikin ku piştgiriyê didin Talîbanê. Rayedarên leşkerî yên Amerîkî pê bawer in ku tevgera Haqqanî ya li Pakîstanê êrîşî yekîneyên Amerîkî dike, ji aliyê servîsên veşartî yên Pakîstanê ve tên birêvebirin.