Gelo derziya Covîd-19 dikare bedena mirovan ji AÎDS'ê biparêze?

Her sal ji ber AÎDS'ê bi sed hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin. Li dijî vê nexweşiyê, derziyek hate çêkirin ku encamên ji vê yekê hatin bidestxistin, ji bo xurtkirina pergala xweparastinê ya bedena mirovan, bûye cihê hêviyê.

Koordînatora berê ya OECD a ji Nîjeryayê Berpirsyar Ayoade Olatunbosun-Alakija çend roj berê daxuyaniyek dabû diyar kiribû ku derziya Moderna ya li dijî Covîd-19 çêkiriye, dikare li dijî nexweşiya AÎDS'ê bedena mirovan biparêze.

Nêrîna ku Ayoade Olatunbosun-Alakija parvekir, xwe dispart encamên faz a destpêkê ya ceribandina derziyê ya 27'ê Adarê. Di demekê de ku hîn jî herî kêm 40 milyon mirov bi vîrûsa HÎV'ê ne ya dibe sedema AÎDS'ê, daxuyaniyeke bi vî rengî bû cihê hêviyê.

Li gorî encamên destpêkê yên laboratûwarê yên li ser derziya Moderna ya li dijî Covîd-19 a têkildarî bandora wê ya li ser AÎDS'ê, ji sedî 97 ê nexweşan dike ku bedena wan karibe xwe li dijî nexweşiyê biparêze. Ev ceribandin li ser 48 kesan hatibû kirin. Li ser nîvê van mirovan du caran derzî hatibû bikaranîn, li ser nîvê mayî jî derziya bi bandora plasebo hatibû kirin.

Derziya Moderna ku meha Sibatê du gotarên cuda li ser encamên bi heman rengî hatibû nivîsandin, wê ceribandinên xwe yên li dijî nexweşiya AÎDS'ê dewam bike. Hate ragihandin, armanc ew e ku bi teknolojiya MRNA'yê derziyeke nû bê çêkirin.

Pisporê pergala xweparastinê ya bedena mirovan Wîllîam Schîef diyar kir ku lêkolînên heta niha hatine kirin, ji bo avakirina konsepteke nû ya derziya li dijî vîrûsa HÎV'ê, daneyên girîng pêşkêş dikin.

Lê belê hîn misoger nîne ku li ser derziya Covîd-19 derziya li dijî AÎDS'ê bê çêkirin. Ji ber ku encam xwe dispêre tenê ceribandinên destpêkê.

Dema ku li ser hîn bêhtir mirovan ceribandinên duyemîn û sêyemîn hatin kirin û encamên erênî jê bi dest ketin, hingî ji bo bikaranînê destûr dikare ji derziyê re bê dayin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî hejmara mirovên bi nexweşiya AÎDS'ê ketine ji 31.6 milyon mirovî heta 44.5 milyon mirovî ne. Tê texmînkirin ku her sal 1.7 milyon mirov bi nexweşiyê dikevin û derdora 700 hezar kes jî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin.