Gelên Îsraîlê ji bo hilbijartinên giştî dengê xwe didin

Gelên Îsraîlê ji bo hilbijartinên giştî çûn ser sindoqan. Di vê hilbijartinê de wê aqûbeta desthilatdariya Netanyahû jî were diyarkirin.

Li Îsraîlê 6,3 milyon hilbijêr çûn ser sindoqan. Di vê hilbijartinê de wê 120 parlementer werin hilbijartin.

Tê diyarkirin ku ev hilbijartin di navbera partiya rastgir a Netanyahû ya bi navê Lîkud û di navbera tifaqa Şîn û Spî de ye.

Netanyahû 13 sal in li ser desthilatdariyê ye. Polîtîkayên xwe bêtir li ser ewlekariyê bi rê ve bir. Netanyahû dixwaze cara pêncan bibe Serokwezîr.

Li hemberî Netanyahû Benny Gantz heye. Gantz serokê berê yê artêşa giştî ye.

Di kampanyaya hilbijartinê de bernameya lîsteyên cihê li paş man. Hilbijartin li ser kesayetiya Netanyahû veguherî referandûmê.

Gantz jî hewl dide dawî li nêlirêtiyên di şexsê Netanyahû de bîne. Netanyahû jî diyar dike ku ew tekane kes e ku ewlehî û aramiya welat mîsoger dike. Beriya hilbijartinê Trûmp diyar kiribû ku beşeke Golanê axa Îsraîlê ye, ev jî wekî diyariyeke hilbijartinê hate nirxandin.

Li gorî anketên dawîn dengên Lîkud û tifaqa Şîn û Spî nêzî hev in. Tê diyarkirin ku her yek wê 30 parlementeriyan bi dest bixin. Ev jî diyar dike ku, herdu jî dûrî 61 parlementeriyan e. Wisa dixuye ku di encama hilbijartinan de wê hikumeta koalîsyonê were avakirin. Bi giştî 40 lîste dikevin hilbijartinê.

Li Îsraîlê ji sala 1949’an û heta niha tu partî tena serê xwe li parlementoyê nebûye desthilatdar. Ji ber vê jî bo avabûna hikumeta koalîsyonê, muzakereyên zêde tên kirin. Tê payîn ku koalîsyona Netanyahû wê 63 parlementeriyan bi dest bixin.

Tê payîn ku Partiya Karkeran jî 18 parlementeriyên wê, ew ê dakeve 10’an. Ji bo têketina parlementoyê divê herî kêm 4 parlementerî werin qezenckirin.