Gelek penaber berê xwe didin Qibrisê

Li Qibrisê di şeş mehên pêşîn ên vê salê de 4 hezar kesan ji bo îltîcayê daxwaz kirin. Ev hejmar li gorî ya sala berê, 55 ji sedî zêde bûye.

Di sala 2018’an de gelek penaber berê xwe didin Qibrisê. Rayedarên Kibrisê bangî Yekîtiya Ewrûpayê kirin û xwestin bila çareseriyekê ji vê kêşeyê re bibînin.

Rayedaran diyar kirin ku ew ê Qibris nikaribe serî bi hatina penaberan derbixe û bal kişandin ser vî tiştî ku ji serê meha Îlonê û heta niha 140 kesan ji bo îltîcayê serî li wan dane.

Nûnerê saziyeke navneteweyî George Tzogopoûlos got ku, “Penaber ji bo şertên jiyanê tên yên ku ji yên Rojhilata Navîn baştir e. Ji ber ku derbasbûna ji Tirkiyeyê ya ber bi Yewnanistanê dijwar e, li rêyên cuda digerin. Qibris jî li ser rêyan e.”