Gelê Elmanyayê careke din gotin Merkel!

Li Elmanyayê 61 milyon hilbijêr ji bo hilbijartina endamên Meclîsa Federal îro çûn ser sindoqan. Dengdana ku seat 08.00’ê sibê destpêkirî di saet 18:00’an de bi dawî bû.

Di qenala ZDF’ê de li gorî encamên destpêkê yên di seat 18.00’an de, rêjeya partiya CDU ya Serokwezîr Merkel ji sedî 33,5 e. Li gorî encamên 2013’an tê dîtin ku demokratên Xiristiyan derdora ji sedî 8 deng winda kirine.

Encam dide nîşandan ku demokratan jî deng winda kirine. Li gorî encamên destpêkê rêjeya dengan a SPD’ê ji sedî 21, rêjeya dengan ya Partiya Çep û Partiya Keskan jî derdora ji sedî 9 e. Rêjeya dengan a Partiya Demokratên Hur jî ji sedî 10 e.

Partiya Alternatîf a ji bo Elmanyaya Nijadperest (AfD) bi rêjeya ji sedî 13 cara pêşîn benda ji sedî 5 derbas kir.