Gelê Cezayîrê rabû ser piyan

Li Cezayîrê roja Şemiyê bi sedan hezar kes rabûn ser piyan û namzetiya pêncemîn a Bûteflîka ya Serokkomariyê meşiyan.

Banga ji bo çalakiyê li ser tevna civakî hate kirin. Di serî de paytext Cezayîr li her devera welêt çalakiyên protestoyî hatin kirin.

Di xwepêşandanan de ku bi rengekî aştiyane hatin kirin, namzetiya pêncemîn a Abdulezîz Bûteflîka ya ji bo Serokkomariyê hate şermezarkirin. Di desthilatdariya 20 salan a Bûteflîka de cara yekê ye ku di vê astê de gel dadikeve qadan. Bûteflîka ji sala 2013'an ve ye ji gel re naaxive.

Beriya xwepêşandanên protestoyî yên roja Şemiyê, bi dehan roj in li gelek bajaran meş û çalakiyên rûniştinê tên lidarxistin. Çalakgerên ku piraniya wan ciwan in, rojane dadikevin qadan.

Dîaspora jî li pêşberî rewşê bêdeng nema. Li Parîsê roja 17'ê Sibatê bi hezaran kes daketin qadan û xwedî li hêrsa gel a li welêt derketin.

Bûteflîka tevî ku nexweş e û 81 salî ye dest ji Serokkomariyê bernade. Ji bo hilbijartinên 18'ê Nîsanê careke din bû namzet. Sala 2013'an xwîn rijiyabû ser mejiyê Bûteflîka. Ji hingî ve kêm caran tê dîtin.

Medya fermî nerazîbûna bi dehan hezar kesî ji nedîtî ve hat. Tenê ajansa nûçeyan a fermî Agence Presse Servîce nûçeyeke kurt li ser mijarê weşand.

Nayê zanîn ku çalakiyên protestoyî bigihêje kîjan astê. Lê belê xwepêşandanên bi beşdariya bi sedan hezar kesî kir ku namzetiya Bûteflîka bikeve rewşeke nediyar û bi guman.