Gefên Şîrazî: Dibe ku Îran Îsraîlê hilweşîne!

Ji nûnerên Alî Hamaney ê Serokê oldar ê Îranê Ayetullah Alî Şîrazî, bang li Îsraîl kir ku ji “hewildanên ehmaqî” dûr bisekine û got: “Dibe ku Îran Îsraîlê tine bike.”

Li gorî ajansa nûçeyê ya Fars Ayetullah Alî Şîrazî bi van gotinên, “Heger Îsraîl, bixwaze heyîna xwe berdewam bike, divê ji hewildanên ehmaqî bireve. Hinceta pêşwazî Îranê bikin, wê Tel-Avîv û Hayfa tine bibin”, gef li Îsralîl kir û wiha pêde çû: “Dibe ku Îran Îsraîlê tine bike”

Hatibû diyarkirina ku di êrîşa şeva Yekşemê ya bi roja Dûşemê ve dide girêdan ya li ser baregeha leşkerî ya hewayî ya Tîyas (T-4) a nêzî bajarê Humus a Sûriye hate lidarxistin de 7 leşkerên Îranê hatibûn kuştin. Îran, Rûsya û rejîma Sûriyê di vê êrîşê de Îsraîl berpirs girt. Îsraîl, îdîa ne derewand û ne jî piştrast kir.

Şêwirmendê yekem ê Alî Hamaney ê serokê olî yê Îranê Alî Ekber Vdelayetî, di serdana roja Sêşemê ya li Sûriyê kirî de gotibû wê ev êrîşa “Krîmînal” bê beranber nemîne.