Netanyahu ji Îranê re got: Biryardariya me test nekin

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu bi wesîleya Qirkirina Yahûdiyan Shoah daxuyaniyek da û gotinên giran ji Îranê re got.

Netanyahu îdîa kir ku Îran rejîmeke tund e û gefê li aştiya cîhanê dixwe. Netanyahu got, "Vê rejîmê bi awayekî eşkere ragihandiye ku dixwaze me, yanî dewleta Yahûdiyan tine bike."

Benyamin Netanyahu ji rêveberên Îranê re got, "Mesajeke min ji bo rêveberên Îranî heye. Bila biryardariya me test nekin."

Netanyahu diyar kir, peymana li ser nukleerê ku sala 2015'an bi Îranê re hate îmzekirin, li şûna ku 'helwesta êrîşkar' a vî welatî kêm bike, zêdetir kiriye û rexneyên tund li peymanê kir.

Piştî ku roja Duşemê bomberdûman li baregeheke leşkerî ya li Sûriyeyê hate kirin, rêveberiyên Rûsya, Îran û Sûriyeyê weke berpirsyar Îsraîl nîşan dabûn. Ji ber bomberdûmanê 7 Îranî jî miribûn.

Komara Îslamî ya Îranê, dewleta Îsraîlê ku sala 1948'an ava bû nas nake û gelek rêveberên wê daxuyanî dabûn ku divê ev dewlet bê tinekirin. Îsraîl jî îdîa dike ku Hîzbûllah jî di nav de gelek komên milîs ên alîgirê Îranê li Sûriyeyê bi cih bûne.