Fransa xwe ji bo çalakiyên mezin amade dike; polîs 'bi fikar in'

Li Fransayê, di çarçoveya berxwedana dijî reforma qanûna teqawîtiyê de îro li gelek deveran xwepêşandanên girseyî wê bên kirin.

Îro li ser banga sendîkayan li dijî reforma teqawîtiyê ya ku hukûmeta Fransayê dixwaze pêk bîne wê li Parîsê xwepêşandaneke mezin bê lidarxistin. Li gorî Midûriyeta Ewlekariyê ya Parîsê wê di navbera 60-80 hezar kes tevlî xwepêşandanê bibin. Xwepêşandan li ser banga konfederasyonên sendîkayê CGT, FO, CGC û Solîdaîres û yekîtiyên xwendekaran UNEF û UNL wê bê lidarxistin.

WÊ ZÊDETIRÎ 5 HEZAR POLÎS LI SER KAR BIN

Ji ber çalakiyeke wiha girseyî, rayedarên fermî û polîs ketin nava alarmê. Di daxuyaniya polîsê Parîsê de hate îlankirin ku wê ji ber meşa çalakgeran ku ji saet 13:30’an li Place de la Republîque kom bibin, ketine alarmê.

Li gorî medyaya Fransayê ji ber xwepêşandana pir mezin li Parîsê zêdetirî 5 hezar polîs, jandarma û gelek tîmên taybet hatine erkdarkirin. Hate zanîn ku zêdetirî 100 tîmên polîs ên bi motorsîklet hatine erkdarkirin.

TEVLÎBÛNA ÊLEK ZERAN Û BLACK BLOC 'FIKARÊ' ÇÊDIKE!

Di nûçeya ku xwe dispêre nêrînên rayedarekî girêdayî Wezareta Kar û Barên Navxweyî de tê îdea kirin ku wê di meşê de ji ber tevlîbûna hinek koman bûyer biqewimin û hatiye gotin ku ew 'bi fikar in'. Tevlîbûna bi hezaran endamên Êlek Zeran û koma bi navê Black Bloc ya ji bo meşê jî weke hinceta 'Bi fikar'bûnê tê nîşandan. Her wiha tê diyarkirin ku wê hinek komên din aloziyan derxînin.

Ji ber ku weke salên bihorî Midûriyeta Emniyetê ya Fransayê jî nekarîbû bi sendîkayan re ji bo mijara ewlekariya ya bi rêya kortejan ve hevdîtinan pêk bîne, tê îdea kirin ku wê rîska pevçûnê zêdetir bike.

Walîtiya Parîsê jî çalakiyên ku bi navê Êlek Zeran li bûlwara Champs-Elysêes û derdora wê bên kirin qedexe kir.

GELO MANÎPULASYONEK JI BO ASTENGKIRINA TEVLÎBÛNÊ YE?

Li Fransayê ji 5'ê Kanûnê ve li dijî planên reforma teqawîtiyê, sendîka û yekîtiyên xwendekaran helwesteke bi biryar nîşan didin. Tevî ku hin sendîka bi hin şertan qebûl dikin ku reform bê kirin, bi taybetî sendîkayên çep ên CGT û FO û yekîtiyên xwendekaran UNEF ne alîgirê wê ne ku tawîz bê dayin.

Tê payin ku çalakiya îro xwepêşandana herî mezin a destpêkê ya sala nû be. Ragihandina 'fikarên ewlekariyê' weke manîpulasyonê jî tê şîrovekirin. Tê gotin ku nûçeyên bi vî rengî ji aliyê medya alîgirê hikumetê û rastgir ji bo astengkirina tevlîbûna li çalakiyê tên belavkirin.