Fransa: Ambargoya li ser Tirkiyê li ser masê ye
Wezîra Karûbarê Ewropayê ya Fransayê Amelîe de Montchalîn diyar kir ambargoya Ewropayê ya li ser Tirkiyê li ser 'masê' ye, vê heftiya were li Konseya Ewropayê wê were gotûbêjkirin.
Wezîra Karûbarê Ewropayê ya Fransayê Amelîe de Montchalîn diyar kir ambargoya Ewropayê ya li ser Tirkiyê li ser 'masê' ye, vê heftiya were li Konseya Ewropayê wê were gotûbêjkirin.
Wezîra Karûbarê Ewropayê ya Fransayê Amelîe de Montchalîn got li dijî Tirkiyê ya ku êrîşên dagirker bi ser Kurdan de tînin ambargoya Ewropayê li ser masê ye.
Li gorî nûçeya AFP'ê li ser pira ambargoya pêkan a li ser Enqerê Montchalîn got, ''Bêguman li ser masê ye''.
Montchalîn her wiha gto, ''Vê heftiya were li Konseya Ewropayê wê were nîqaşkirin.''