Fransa: Îran flortê li ser xetên sor dike

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian nerazîbûn nîşanî plana Îranê ya ji bo dewlemendkirina ûranyûmê da û got, "Îran flortê li ser xetên sor dike."

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Le Drian, li ser plana Îranê ya ji bo dewlemendkirina ûranyûmê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev hewldan bi xweşbînî nehatiye pêşwazîkirin.

Le Drian got, "Ev yek her wiha nîşaneya hêrsbûnê ye û florta bi xetên sor di heman demê de xetere ye."

Wezîrê Karên Derve Le Drian got, "Lê belê ev hewldana ji bo dewlemendkirina ûranyûmê vê gavê di çarçoveya peymana Viyanayê de ye."

Îranê û hêzên mezin sala 2015'an li Viyanayê li ser mijara bernameya nukleerî li hev kiribûn. Li gorî vê lihevkirinê, Îran wê nekeve nava hewldanên ji bo çêkirina bombeya atomê û di berdêla vê de jî wê pêkanînên li ser Îranê qedeme bi qedeme bên rakirin.

Rêveberiya Serokê DYA Donald Trump 8'ê Gulanê xwe ji peymana nukleerê vekişand û pêkanînên li ser Îranê ji nû ve ketin rojevê.