Fizîkzanê Îranî bi mîtralyozeke peykî hatiye kuştin!

Rayedarên Îranî ragihandin mîmarê bernameya nukleer a leşkerî Muhsen Fahrîzade bi desteka zekaya çêkirî bi mîtralyozeke bi peykê tê kontrolkirin hatiye kuştin.

Fizîkzanê Îranî Muhsen Fahrîzade 27'ê Mijdarê hatibû kuştin. Li gorî ajansa Mehrê Alîkarê Fermandarê Zêrevanên Şoreşê Alî Fadavî got Fahrîzade li ser rê dema bi ekîbeke ewlehiyê diçû, ku ekîb ji 11 Zêrevanên Şoreşê pêk dihat, rûyê wî bi mîtralyozê ''zûm' kirine û 13 cara lê reşandine.

Fadavî got çeka mekîneyî ku li ser pîckupekê hatiye danîn, ''tenê dêhnê xwe daye ser rûyê Fahrîzade'', ti gule li hevjîna wî neketiye, li gel ku 25 santîman nêzîkî fizîkzan jî bûye.

Fedavî got ev amûr bi rêya peykê, ''di ser înternetê re hatiye kontrolkirin'' û ji bo ku hedefa xwe bibîne, ''kamerayeke taybet û zekaya çêkirî'' hatiye bikaranîn.

Rayedarê leşkerî got zêrevanekî şoreşê ji bo ku fizîkzan biparêzer xwe avêtiye ser, çar fîşek li wî jî ketine û got, ''li cihê bûyerê ti terorîst nebûne.''

Rayedarên Îranî ji suîkastê Israîl û Micahidên Gel berpirs dît. Piştî êrîşê li ser kuştina fizîkzan gelek îdîa li holê hebûn.

Wezîrê Parastinê Amîr Hatamî di daxuyaniya pêşî de gotibû suîkast bi teqemeniyekê û piştre bi bi çekê pêk hatibû û piştre ajansa nûçeyan a Farsê bêyî ku ti kanekê nîşan bide gotibû di ser pîckupê re bi ''mîtrolyozeke otomatîk a kontrolkirî'' hatiye bikaranîn.