Filistinê nerazîbûn nîşanî Trûmp da: Kîjan maseyê muzakereyê?

Rêveberiya Filistinê, Serokê DYA’yê Donald Trûmp ku alîkariyên malî qut kirîbû bi hinceta ‘ji maseyê reviye’ sûcdar kir û got Washîngto ‘ne samîmiye’.

Serokê Danûstandinên Rêveriya Xweser a Filistin Saîb Erekat polîtîka û gotinên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp yên têkildarî Îsraîl û muzakerayan bi tundî rexne kir.

Erekat gotina Trûmp a Filistîniyan bi sûcê ‘ji masê revîn’ sûcdar dike û biryara qutkirina alîkariya 200 mÎlyon dolar a ji bo penaberan rexne kir û got hewldanên wan yên ji bo ku ew di maseya aşitiyê de bin hene.

Erekat bibîrxist ku Serokê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû bi wesîleya Kûpaya Cîhanê pêşniyara hevdîtinê ya Serokê Dewleta Rûsya Vlademîr Pûtîn red kiriye û wana ev hevdîtin qebûl kiriye.

‘KÎJAN MASEYÊ MUZAKEREYÊ’

Saîb Erekat têkildarî sûcdariyên Serokê DYA yên  ji maseyê aştiyê reviyane got ew ‘ne ji dil in) û wiha got; “Piştre ji bo we ji Qesra Spî daxuyaniyên ‘heta Filistinî venegerin maseyê muzakereyê wê cezakirina wan bidome’ tên. Kîjan maseyê muzakereyan?”.

Serokê DYA’yê .Donald Trûmp hefteya derbasbûyî bi biryarekê alîkariya 200 mîlyon dolar ya ji bo Ajansa Alîkariya Penaberên Filistinî ya Netewên Yekbûyî (UNRAWA) qut kirîbû. Piştre bi biryarekê hatibû ragihandin ku hemû alîkariyên malî yên bi UNRAWA re hatine qutkirin.