Feshkirina ETA’yê bi fermî hate ragihandin

ETA ya ku ji bo azadiya welatê baskê têkoşîna xwe ya bi çek sala 2011’an bi dawî kir, bi fermî feshkirina xwe ragihand.

Li gorî dîmenê li ser malpera nûçeyan a înternetê ya Baskê ya bi navê Gara hatî parvekirin. Welatê Baskê û Azadî (Eûskadi ta Askatasûna- ETA) bi awayekî fermî feshkirina tevgera xwe îlan kir.

Di dîmenê bi gotina “Dawî û daxuyaniya fermî” hate ragihandin de, bi awayekî fermî bi dawîkirina hemû aktivîteyên xwe yên siyasî ji raya giştî re ragihand.

Daxuyaniya ETA’yê ji aliyê yek ji kesên herî berniyas ê tevgerê ji aliyê Jose Anonîo Ûrrûtîkoetxea ve bi zimanên cuda cuda ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêvajoya azadiya welatê Baskê pêve diçe ‘Bi rêyên cuda dewam dike’. Di daxuyaniya ETA’yê de hate bibîrxistin ku “Ev, biryar berdewama berdana têkoşîna bi çek a sala 2011’an.”

ETA, bi nameyekê ji bo kesên tevlî konferansa aştiyê ya navneteweyî ku sala 2011’an hatibû lidarxistin re şandin û feshkirina xwe ragihandibû.

ETA ya ku ji sala 1959’an ve li dijî dîktatoriya Francîsco Franco hikûm dike dest bi têkoşînê kiriye, ji êrîş û sûîkastên li Fransa û Îspanyayê ku 829 kes têde jiyana xwe ji dest dabûn weke berpirs tê nîşanda.ETA herî dawî di meha Nîsanê de bi daxuyaniyekê ji malbatên kes û karên xwe winda kirine lêborîn xwest.

Tevgera EH Bîldû ya ku ji otonomiya welatê Baskê zêdetir serxwebûnê dixwaze, di hilbijatinên sala 2016’an de ji sedî 21 dengan bi dest xist û derbasî Parlementoya Baskê bû.