Ferhengeke biçûk têkildarî gotinên Pandemî

Piştî ku pandemiya vîrûsa korona ya nû Covîd-19 meha Kanûnê li Çînê derkete holê, bi gotin û navên cuda dikeve rojevê.

Medya Swîsreyê RTS di bernameya tenduristî û zanistiyê CQFD de têkildarî pandemiya heyî ji bo fêhmkirina gotinên tên bikaranîn, ferhengek amade kir.

Pandemî ji roja ku derkete holê û vir ve bi gotinên "Koronavîrûs a nû", "SARS Cov-2" yan jî "Covîd--19" hate binavkirin.

Pandemî û gotinên têkildarî wê wiha ne:

Koronavîrûs (coronavirus):

Ji ber ku dişibin taceke niçikên xwe yên biçûk û tûj hene, navê koronavîrûsê li van vîrûsan tê kirin. Tê wateya 'vîrûsa bi tac'. Bi latînî corona tê wateya 'tac'.

Koronavîrûs a nû:

Ji ber ku beriya wê koronavîrus ên cuda hebûn, bi vî rengî tê binavkirin. Çend ji van jî çar vîrûsên korona ye ku bi mirovan re hene. Ev vîrûsên bi mirovan re dijîn, nabin sedema rewşeke giran, tenê dibe sedema zekemê.

Lê belê sê koronavîrûsên ji heywanan hatin bandor li mirovan kirin: Di sala 2003'an de SARS-CoV-1, sala 2012'an de MERS-CoV û sala 2019'an de SARS-CoV-2 a heyî ya bandor li tevahiya cîhanê kiriye.

Covid-19:

Navê fermî ye ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li SARS-CoV-2 kiriye. Kurtenivîsa wê ya bi Îngilîzî "Coronavirus Disease 2019" ye.

SARS:

Koronavîrûsa sendroma rêyên hilmstandinê ya akût a tund e.

Endemî:

Dema ku qala nexweşiyeke ku bi taybetî bandorê li herêmekê yan jî nifûsekê dike (mîna nexweşiya tayê), navê endemî lê tê kirin.

Epîdemî:

Epîdemî bi rengekî hevdem bandorê li gelek kesî dike, yan jî li civakeke ji yekê zêdetir dike.

Pandemî:

Nexweşiyeke nû, weke Covîd-19 dema ku li tevahiya gerstêrkê belav bû navê pandemî lê tê kirin.

Cluster:

Gotineke bi Îngilîzî ye. Tê wateya komê. Di tipê de weke navenda şewbekê tê binavkirin.