Fasê bi Îranê re têkiliyên xwe yên dîplomatîk birîn
Kraltiya Fasê, Îran sûcdar kir ku piştgiriyê dide Tevgera Serbixwexwaz a Sehraya Rojava ku bikaribe çekan peyda bike û diyar kir, ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îranê re birîne.
Kraltiya Fasê, Îran sûcdar kir ku piştgiriyê dide Tevgera Serbixwexwaz a Sehraya Rojava ku bikaribe çekan peyda bike û diyar kir, ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îranê re birîne.
Wezareta Karên Derve ya Fasê diyar kir ku têkiliya vê biryarê bi geşedanên herêmî û navneteweyî re nîn e. Wezaretê bi vê daxuyaniyê bi taybetî şerê di navbera Îran û Erebîstana Siûdî û qeyrana Rojhilata Navîn destnîşan kir.
Erebîstana Suudî û Bahreynê ku bi Îranê re têkiliyên xwe yên dîplomatîk birîne, piştgirî dane vê biryarê.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Îsraîl û Erebîstana Siûdî di demên dawiyê de helwesta xwe ya li hemberî Îranê hişk kirine. Her sê welat jî Îranê sûcdar dikin ku dixwaze li Rojhilata Navîn serdest be.