Eyaleteke Elmanyayê da ser şopa Rojavayê Kurdistanê

Meclîsa eyaleta Brandenbûrgê ya Elmanyayê ji bo "qanûna wekheviyê" ku demeke dirêj e li Rojava di meriyetê de ye, biryareke dîrokî da. Li gorî qanûnê, partiyên ji bo meclîsa eyaletê têbikoşin, divê bi qasî hev namzetên jin û mêr nîşan bidin.

Li Elmanyayê, jin sala 1918'an bû xwedî mafê hilbijartinê û dengdanê. Bi wesîleya sedemîn salvegera vê gava ji bo jiyana wekhev a jin û mêran hate avêtin, li Elmanyayê gelek çalakî tên lidarxistin. Ev maf piştî têkoşîneke demdirêj a jinan bi dest ket. Sed sal piştî wergirtina vî mafî, niha li rojhilatê welêt, li eyaleta Brandenbûrgê biryareke dîrokî hate girtin.

Jinên ji Partiya Keskan a ku li meclîsa eyaletê koma xwe hene, ji bo temsîliyeta wekhev a jin û mêran li meclîsa eyaletê par pêşnûme qanûnek pêşkêş kiribûn. Pêşnûme qanûn bi piraniya dengan hate qebûlkirin. Tevî Partiya Keskan, wekîlên Partiya Çep û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) jî piştgirî dan qanûnê.

Wekîlên Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) û partiya rastgiriya tund Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) di dengdanê de li dijî pêşnûme qanûnê dengê 'na' dan. Qanûna nû wê piştî 30'ê Hezîrana 2020'î bikeve meriyetê. Li gorî qanûnê, her partî neçar in ku di dema hilbijartinê de bi qasî hev namzetên jin û mêr nîşan bidin.

PARTIYA ÇEP JI BERÊ VÊ BI CIH TÎNE

Hevseroka Partiya Çep Katja Kîppîng diyar kir, 'qanûneke wekheviyê' ya bi vî rengî yekemcar e li Elmanyayê derdikeve û diyar kir, ev yek gaveke girîng e. Kîppîng got, li qada federal jî pêwîstî bi qanûneke wiha heye. Kîppîng bi bîr xist, di lîsteyên namzetên Partiya Çep de yek ji du navan jin e û bang li partiyên din kir, "Partiyên din bêyî ku li benda qanûnê bisekinin, mîna me dikarin bikin."

Wezîra Edaletê ya SPD'î Katerîna Barley jî diyar kir, ji bo hejmara jinan a li Meclîsa Federal zêdetir bibe, divê di qanûna hilbijartinê de guhertin were kirin û got, "Pêwîste armanca me ew be ku her du zayend bi rengekî wekhev li meclîsê werin temsîlkirin."

Parlamentera Partiya Keskan Ûlle Schaûws jî got, ji bo jin û mêr bi rengekî wekhev tevlî siyasetê bibin, ji bo xwedî şensê wekhev be, gava destpêkê hate avêtin.

Li Eyaleta Brandenbûrgê ji 88 wekîlan 35 jin e.

Qanûneke mîna vê, bi salan e li Rojavayê Kurdistanê bi cih tê anîn. Piştî ku sala 2012'an li Rojavayê Kurdistanê şoreş pêk hat, li meclîsên bajar, navçe, bajarok û gundan hemûyan hejmara jin û mêran weke hev e.

Her wiha ji 600 endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 300 jê jin in. Li Meclîsa Qanûnsaz jî ku qanûnên li Rojavayê Kurdistanê lê tên amadekirin, hejmara jin û mêr weke hev in. Ne tenê li qada siyasetê, li her qada civakê ji bo pêşî li sîstema serweriya mêr were girtin, di xwerêveberiyên Rojava de "qanûna jinê" heye.