Eyaleta Washîngtonê li ber cezayê îdamê rabû

Dadgeha Bilind a Eyaleta Washîngtonê hikum da ku cezayê îdamê bi rengekî "kêfî" û "nîjadperestî" tê bicihanîn û diyar kir ku ev yek li destûra bingehîn nayê.

Eyaleta Washîngtonê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ji sala 2010'an û vir ve cezayê îdamê bi cih nîne. Dadgeha Bilind a Eyaletê hikum da ku cezayê îdamê "Ji ber ku bi rengekî kêfî û pêşhukmên nîjadperestî bi cih tê anîn, derbas nabe". Ev biryar bi yekdengiyê hate dayin.

Dadgerên herêmî ragihandin ku cezayê îdamê "li şûna sûcê hatiye kirin, li gorî çavkaniyên budçeyê yên dadgehan û nîjadê tawanbar tê guhertin" û ev biryar dan: "Heta ku li eyaleta me bi vî rengî bi cih were anîn, ev ceza ne rewa ye. Lewma destûra bingehîn tê binpêkirin." Dadgeha Eyaletê hemû cezayên îdamê yên li eyaletê bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê guherand.

Li gorî Navenda Agahdarkirinê ya Cezayê Îdamê, ev biryar 8 kesên ku li eyaletê biryara îdamê der barê wan de hatiye dayin eleqedar dike.

Eyaleta Washîngtonê eyaleta 20'an a DYA'yê ye ku cezayê îdamê qedexe kiriye. Di biryara Dadgeha Bilind de hate bibîrxistin ku salên 1972, 1979 û 1981'ê jî wan cezayê îdamê li dijî destûra bingehîn dîtine, lê belê her carê qanûneke nû hatiye qebûlkirin.

Tevî vê yekê jî li eyaleta Washîngtonê ji sala 1976'an û vir ve 5 kes hatine darvekirin. Waliyê Eyaletê yê demokrat Jay Înslee sala 2014'an bicihanîna cezayê îdamê sekinandibû. Înslee ji bo biryara dadgeha bilind got, "Kêliyeke gelekî girîng e ji bo lêgerîna li edalet û wekheviyê."

Cezayê îdamê li DYA'yê di salên dawî de kêm bû. Sala 2017'an li 39 kesan cezayê îdamê hate birîn. Ev hejmara sala 1988'an 295, sala 2010'an 114 bû. Li 30 eyaletên DYA'yê hîn jî cezayê îdamê heye. Ji 16 ji van, ji sala 1976'an û vir ve cezayê îdamê bi cih nayê anîn. Ji destpêka salê û vir ve, 10 jê li Teksasê bi giştî 18 girtî hatn îdamkirin.