ETA'yê, ku di sala 2011'an de ragihand ew dawî li têkoşîna çekdarî tîne, eşkere kiribû ku ew ê bi rêya civaka sivîl çekên xwe radestî dadgeriya Fransayê bike. ETA li gorî vê daxuyaniya xwe tevgeriya û di çarçoveya koordînatên dayî de, duh li bajarê Pyrênêes Atlantîqûes ê li ser sînorê Spanyayê, 3,5 ton çek, teqemenî û malzemeyên din hatibûn dîtin.
Hat ragihandin, çek û teqemenî li 8 cihên cuda hatine veşartin û ji bo bi rengekî ewle bên derxistin, operasyon dewam dike.
ETA'yê beşeke girîng a çekên xwe radestî dadgeriya Fransayê kir, Ev yek li bajarê Bayonneyê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi xwepêşandanekê hate pîrozkirin. Bi hezaran kesên piştgiriyê didin çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêka Baskê, ev gava girîng a ETA'yê silav kirin.
FRANSAYÊ SILAV KIR, SPANYA LI DÛ 'XWESTINA LÊBORÎNÊ Û FESÎHÊ' YE
Balkêş e, tevî ku ETA'yê çekên xwe teslîm kir jî hikumeta navendî ya Spanyayê, helwesta xwe ya serdestiyê bi ti awayî neguherand.
Di daxuyaniya hikûmetê de hat xwestin, ETA ji ber êrîşên xwe yên beriya niha 'lêborînê bixwaze'. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, daxwaz hatiye kirin ku ETA xwe bi temamî fesix bike.
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Matthîas Fekl jî destnîşan kir, ku ETA'yê gaveke gelekî mezin avêtiye. Fekl got, "Ne cihê nîqaşê ye. Îro rojeke gelekî girîng e."