ETA ji bo xwefeshkirinê dicive

Rêxistina ETA’yê ya ku ji bo serxwebûna welatê Baskê têdikoşe, ji bo xwefeshkirinê dicive.

Di nameyeke rojnameya Garayê ya Baskê de hate diyarkirin ku rêveberiya rêxistinê dixwaze xwe fesh bike.

Li gorî rojnameyê di nav endamên rêxistinê de pêvajoya dengdanê dest pê kir. Encam wê beriya serdema havînê were eşkerekirin.

Rêveberiya rêxistinê got ku, “Ji bo bidawîkirina şerê çekdarî û em karibin hemû hêzên xwe tevlî pêvajoya siyasî bikin, her tişt di destê me de ye.”

ETA’yê di sala 2017’an de ji bo vê biryarê nîqaşeke navxweyî dabû destpêkiri. Li gorî rojnameya Garayê nîqaş gihiştine asta dengdanê.

Bi feshkirina ETA’yê re ew ê li herêma Baskê ya ku xweser e, serdemeke nû were destpêkirin. Di sala 2019’an de hilbijartinên şaredariyê û yên Ewrûpayê heye. Hilbijartin ji bo çepgirên Baskê firsendên nû ava dike. ETA’yê di daxuyaniya xwe de gotibû , “Ji bo me, gel û karkerên Baskê tişta herî baş ev e ku em rabirdûyê li paş xwe bihêlin.”

ETA’yê di sala 2017’an de biryara xwe ya çekberdanê ragihandibû û koordînatên depoyên çekan ji dewleta Fransayê re eşkere kiribû.