Esper: Bi êrişan re me helwesta 'jêvegerandinê' nîşan dan

DYE'yê îdîa kir ku bi operasyona Qasim Silêmanî û destwerdana li komên alîgirê Îranê re wan helweta 'jêvegerandinê' gihandine astekê.

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Mark Esper îdîa kir ku operasyonên li dijî Îranê helwesta jêvegerandinê raber kir.

Esper ji çapemeniyê re axivî û anî ziman, tevî operasyona li dijî Qasim Silêmanî êrişên li dijî Tûgayên Hîzbûllahê jî bi vê armancê bûn û got, "Êrişên hewayî yên dawiya Kanûnê li dijî Tûgayên Hîzbûllahê û piştre jî bi operasyona li dijî Qasim Silêmanî re me helwesta xwe ya jêvegerandinê (li dijî Îranê) heta astekê nîşan dan."

Esper ragihand ku destwerdanên bi vî rengî wê dewam bikin.

Trûmp jî di daxuyaniya xwe ya doh de jî gotinên bi heman rengî bi kar anî bû.