Erebistana Siûdî peyamek ji Rûhanî re şand

Berdevkê hikumeta Îranê ragihand ku Erebistana Siûdî bi rêya rêveberên biyanî peyam ji Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî re şandiye.

Li gorî nûçeya Îlnayê, berdevkê hikumeta Îranê Alî Rabîeyî naveroka peyama Erebistana Siûdî eşkere nekir.

Rabîeyî got, "Eger bi rastî jî Erebistana Siûdî hewl dide helwesta xwe biguherîne, wê Îran ji vê yekê kêfxweş be."

Prensê Siûdî Mûhammed Bîn Selman Yekşemê ji qenala televîzyonê CBS a Emerîkî re gotibû, der barê rageşiya navbera wan û Tehranê de ew giraniyê didin ser çareseriya siyasî ne ya leşkerî.

Prens Selman diyar kir, eger di navbera her du hêzên herêmî de şer rû bide ev yek wê aboriya global hilweşîne.