Encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamenta Ewropayê

Hilbijartinên ji bo Parlamenta Ewropayê bi dawî bûn. Li gorî encamên destpêkê, sosyal demokratan derbeke mezin xwarin.

Li 28 welatên Yekîtiya Ewropayê, ji roja Pêncşemê ve bang li 500 milyon dengdêrî hate kirin ku dengê xwe bidin. Hilbijartina Parlamenta Ewropayê roja Pêncşemê bi hilbijartina li Brîtanya û Hollandayê dest pê kir. Roja Yekşemê jî li 21 welatan bi dawî bû.

Li gorî hilbijartinên 2014'an li tevahiya welatên Ewropayê tevlîbûn zêde bû. Li Elmanyayê ji 43 ji sedî gihîşt 60 ji sedî, li Fransayê jî rêjeya tevlîbûnê ji 35 ji sedî gihîşt 43 ji sedî.

LI ELMANYAYÊ SPD'Ê KÊM KIR, PARTIYA KESKAN ZÊDE KIR

Li gorî encamên destpêkê, li Elmanyayê hevparên hikumeta Merkel deng kêm kirin. Rêjeya dengên CDU û CSU ji 30 ji sedî daket 28 ji sedî. Partiya Sosyal Demokratan (SPD) jî derbeke giran xwar.

Li gorî sala 2014'an rêjeya dengê SPD ji 27 ji sedî daket 15 ji sedî. Partiya Keskan jî rêjeya dengê xwe bi 11 puanan zêde kir û gihîşt 21 ji sedî. Bi vî rengî partiya Keskan di siyaseta Elman de yekemcar kete şûna SPD'ê û bû hêza duyemîn a herî mezin. Partiya Çep jî 1,9 puan kêm kir û daket 5,5 ji sedî. Tê payin ku Partiya Çep li Parlamenta Ewropayê bibe xwedî 5 an jî 6 kursiyan.

LI FRANSAYÊ RASTGIRÊN TUND BI SER KETIN

Li gorî encamên destpêkê yên li Fransayê, rastgirên tund bi ser ketin.

Qenala televîzyonê ya Fransayê BFMTV ragihand, partiya Yekbûna Neteweyî ya rastgiriya tund a bi lîderiya Marine Le Pen (Front National-FN), 24,2 ji sedî yê dengan wergirt.

Partiya Serokkomar Emmanuel Macron Komara Pêşveçûyî (LREM) jî 22 ji sedî yê dengan wergirt û bû partiya duyemîn.

SALVINI DIXWAZE LI EWROPAYÊ BIBE LÎDERÊ RASTGIRIYA TUND

Li Îtalyayê, li gorî encamên destpêkê ku ji aliyê qenala televîzyonê ya Îtalyayê Rai ve hatin eşkerekirin, partiya rastgiriya tund Liga ya bi serokatiya Matteo Salvini bû yekemîn. Tê payin ku partiya Liga 31 ji sedî yê dengan wergirtibe. Lîderê Liga Salvini di nava hikumeta koalîsyonê de Wezîrê Karên Hundir e. Partiya Sosyal Demokrat (PD) jî bû duyemîn û tê payin, 21 ji sedî heta 25 ji sedî yê dengan werbigire.

Salvini ku di hilbijartinê de kampanya xwe li ser dijminatiya li biyaniyan meşand, tê gotin ku wê li welatê xwe hilbijartina pêşwext pêk bîne. Salvini ne tenê li Îtalyayê dixwaze li tevahiya Ewropayê bibe lîderê nû yê rastgirên tund û neteweperestan.

Partiyên populîst ên rastgiriya tund ên li Parlamenta Ewropayê di nava du komên cuda yên bi navê "Ewropaya Neteweyan û Azadiyê" ENF û "Demokrasiya Rasterast û Azadiyê ya Ewropa" EFDD de li hev kom bûne. Salvini heman piştî hilbijartinê ragihand, ew dixwaze her du koman bike yek.

Lîderê partiya rastgiriya tund a Hollandayê Geert Wilders jî diyar kir ku ew piştgiriyê dide Salvini.

Li welatên din ên Ewropayê encamên destpêkê wiha ne:

Awûstûrya: Li Awûstûryayê partiya Serokwezîr Sebastian Kurz Partiya Gel a Awûstûryayê (OVP) bû partiya yekemîn. OVP'ê rêjeya dengê xwe bi 7,5 ji sedî zêde kir û gihand 34 ji sedî.

Bûlgarîstan: Partiya gel GERB a bi lîderiya Serokwezîr Boiko Borissow bû yekemîn. Tê payin ku 32 ji sedî yê dengan wergirtibe. Partiya GERB di nava Partiya Gel a Ewropayê (EVP) de cih digire. Sosyalîstan jî 23 ji sedî yê dengan wergirtin û bûn duyemîn.

RENGÊ DAWÎ YÊ PARLAMENTA EWROPAYÊ

Piştî hilbijartinên ku doh bi dawî bûn, Parlamenta Ewropayê ya ji 751 kursiyan pêk tê wê ji nû ve ava bibe. Li gorî texmînên televîzyona Elman ARD'ê, Partiya Gel a Ewropayê (EVP) ku koma herî mezin a Parlamenta Ewropayê ye 42 kursî winda kir û wê xwedî 175 kursiyan be.

Sosyalîst/sosyal demokrat jî ku duyemîn koma herî mezin e 40 kursî kêm ji dest da û tê payin 146 kursiyan werbigire.

Tê texmînkirin ku hejmara kursiyên komên din wiha be: Lîberal 79, Kesk 66, Çep 48, Mûxafazakar 62, EFDD 56, ENF 59.