Emîsyonên gaza serayê gelekî kêm bûye

Li gorî lêkolînekê, tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê hatine girtin, emîsyona kardbondîoksîtê gelekî kêm kirine.

Ji ber şewbê, rawestandina karê febrîeqyan, kêmbûna trafîka wesayitan û kêmbûna mezaxtinê bandoreke gelekî erênî li kêmbûna qirêjiya hewayê kirin.

Li gorî lêkolînekê ku li kovara Natûre Clîmate Change hate weşandin, meha Nîsanê u tevdîrên mayina li malê lê xurt bû, qirêjiya CO2 bi rêjeya 17 ji sedî kêm bû.

Rojnameya Dîe Zeît a Elman cih da lêkolînê û diyar kir ku kêmbûna trafîka hewayê bandoreke girîng li kêmbûna emîsyona karbonê kir.

Di nivîsa rojnameyê de hate gotin, "Ev ne tiştekî matmayî ye, ji xwe trafîka hewayê beriya vîrûsa koronayê 3 ji sedî yê emîsyona CO2 a global temsîl dikir. Li gorî lêkolînê kêmbûna qirêjiya hewayê bi giranî ji ber kêmbûna sektorên ragihandinê yên bejahî ye."

Di çar mehên destpêkê yên sala 2020'an de du ji sê parên kêmbûna emîsyona karbonê bi saya hewldanên li Çîn, DYE û Yekîtiya Ewropayê bû. Ev jî tê wateya zêdeyî milyarek ton CO2.

Di sala 2019'an de emîsyonên endustriyî û emîsyonên ji ber sektora enerjiyê bi 37 milyar tonî gihîştibû asta rekorê.